12 kesên ku ji bo îmtîhana ehlîyetê mekanîzmaya kopyayê amade kiribûn hatin girtin

Ji 35 gumanbarên ku hat îfadekirin ku li Konyayê ji bo îmtîhana ehlîyetê amûra kopyayê amade kirine 12 kes ji teref mehkemê ve sewqî dadgehê hatin kirin.

Ekleme: 27.03.2022 10:20:30 / Güncelleme: 27.03.2022 10:20:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî binçavkirina kesên ku di 10ê Adarê de li navçeya Ereğliyê bi amûra kopyayê beşdarî îmtîhana ehlîyetê bû û 2 gumanbarên ku cîhaz temîn kirin, ekîbên lêpirsînê kûr kirin û 35 kesên ku hat diyarkirin ji bo kopyayê amûra xapandinê amade kirine hatin binçavkirin.

Ji gumanbarên ku piştî karên li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin ku ji van 12 kes hatin girtin, ji bo 12 gumanbaran biryara kontrola edlî hat dayîn.

11 şikbar ji teref Serdozgeriya Komarê ve hatin berdan. (ÎLKHA)