Li gorî Neteweyên Yekbûyî li Ûkraynayê 1104 sivîl mirin

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji destpêka êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê heta niha hezar û 104 sivîl hatine kuştin û hezar û 754 sivîl jî birîndar bûne.

Ekleme: 27.03.2022 09:55:30 / Güncelleme: 27.03.2022 09:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyaniya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, di navbera 24'ê Sibatê ku êrîşa çekdarî ya Rûsyayê li ser Ukraynayê dest pê kir heta 25'ê Adarê hezar û 104 sivîlan jiyana xwe ji dest dane ku ji wan 167 jin û 51 zarok in. Herwiha di êrîşan de hezar û 754 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku ji van mirinan 354 kes li herêmên Donetsk û Lûhanskê çêbûne. (ÎLKHA)