Li Orduyê 4 mal ji ber hezazê xira bûn

4 mal li navçeya Altinordaya Orduyê ji ber hezazê xira bûn, malek jî ji ber rîska xirabûnê hat valakirin.

Ekleme: 26.03.2022 15:09:55 / Güncelleme: 26.03.2022 15:09:55 / Xeberen Kurdi / Ordu Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 4 mal îro di seat 10.00an de li Taxa Guzelyaliyê ji ber hezazê xira bûn, maleke jî zirareke mezin dît û ji ber vê yekê ji bona tedbîrê hat valakirin.

Hat destnîşankirin ku di nav maleke ku xira bû de şewat derket û mal a dinê yê ku talûkeya xirabûnê hebû jî hat valakirin.

Di encama tehqîqata ekîban hat îfadekirin ku 4 heywanên mezin û kûçikeke jî telef bûne. (ÎLKHA)