Li Kîevê qedexeya derketina derve

Li Kîeva paytexta Ukraynayê ji vê şevê şûnda heta serê sibeya 28ê Adarê qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Ekleme: 26.03.2022 14:05:30 / Güncelleme: 26.03.2022 14:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî qirara rayedarên leşkerî, li Kîev û li herêmê derketina derve hat qedexekirin.

Hat destnîşankirin ku ew ê qedexe di seat 20.00an de dest pê bike û heta roja 28ê Adarê seat 07.00an jî berdewam bike.

Hat ragihandin ku di dema qedexeya derketina derve de ew ê erebeyên ku bi taybetî bi îzîndarin dikaribin derkevin derve.

Xelqê Kîevê jî dema ku sîren lêkevin ji bona ku biçin sitergahê dikaribin dekevin derve.

Ew ê di dema qedexeyê de veguhatinên komelî, dikan, dermanxane û îstasyonên benzînê nexebitin. (ÎLKHA)