Li Filistînê şewat: Dayîkek û 4 zarokê wê canê xwe ji dest dan

Li bajara El Halîla Filistînê di malekî de şewat derket, di encama şewatê de 5 kesên ku ji malbatake ne canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 26.03.2022 10:45:30 / Güncelleme: 26.03.2022 10:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Filistînê hatine bidestxistin li bajaroka Taffuha ku li rojavaya bajara El Halîlîye di nav malekî de şewateke yê ku hê sedema wê nayê zanîn pêk hat. Di encama şewatê de 6 kes ji teref ekîbên îtfaîyeyê ve hatin derxistin û ji ekîbên tenduristîyê re hatin teslîmkirin.

Hat destnîşankirin ku di encama şewatê de dayîkek û 4 zarokên wê canê xwe ji dest dan û kesek jî giran birîndar bû.

Derheqê şewatê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)