Li Qeyserîyê di kana madenê de hilweşîn: 2 karker asê man

Li navçeya Yahyaliya Qeyserîyê di kana medenekî de hilweşîn pêk hat, di encama hilweşînê de 2 karker di madenê de asê man.

Ekleme: 26.03.2022 10:45:30 / Güncelleme: 26.03.2022 10:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Serokatîya Bireveberîya Rewşa Acîl û Afet ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji me re agahîyek hat ku li navçeya Yahyaliya Qeyserîyê 2 karker di kana medenekî de asê man”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku di madenê de xebatên tehlîyekirinê hat kirin û dest bi xebatên xelaskirinê kirin, ji cîhê madenê re jî ekîbên AFADa Bajêr ya Qeyserîyê, îtfaîye, UMKE û cenderme hatin sewqkirin. (ÎLKHA)