Li Bêdlîs, Wan, Mûs û Colêmêrgê rêyên 901 gundan hatin girtin

Li herêma alîyê Rojhilata welat ji ber berfê jîyan gelek zehmetî derbas dibe û rêyên gelek gundan jî ji ber berfê hatin girtin.

Ekleme: 24.03.2022 14:30:35 / Güncelleme: 24.03.2022 14:30:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Umîd Karanê Midirê Şubeya Xizmetên Gihanî yê Îdareya Taybet yê Bajêr ve hat daxuyandin ku ji ber barîna berfa zêde rêyên gelek gundan hatin girtin û ji bona vekirina wan rêyan jî ji 10 şîrketên cuda, 50 erebeyên kar û 75 personel dixebitin.

Makîneyên aîdê şaredarîyê jî ji bona ku rêyên hatine girtin bên vekirin dixebitin.

Wan

Ji teref Şaredarîya Bajara Mezin ya Wanê ve hat daxuyandin ku ji ber berf û bapûkê rêyên 325 gundan hatin girtin.

Mûş

Şeyhmus Yenturê Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybeta Bajêr yê Mûşê destnîşan kir ku ji ber berfê rêyên 211 gundan hatin girtin û ji bona wan rêyan bên vekirin jî xebat berdewam dikin.

Colemêrg

Li gorî agahîyên ku ji Îdareya Taybeta Bajêr hatine bidestxistin ji ber hewaya xirab rêyên 44 gundan hatin girtin.

Hişyarîya aşîtê

Di daxuyanîya ku ji teref Meteorolojîyê ve hat belavkirin de ji cîhên ku meyla wan zêde ne re hişyarîya aşîtê hat dayîîn û ji mirovan re jî ji bona ku bi diqqet bin daxwazî hat kirin. (ÎLKHA)