NY: 3,6 milyon kes ji ber şer ji Ukraynayê koç kirin

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku ji destpêka êrîşên Rûsyayê heta niha 3 milyon û 626 hezar û 546 penaber ji Ukraynayê derketine.

Ekleme: 24.03.2022 07:09:40 / Güncelleme: 24.03.2022 07:09:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref UNHCR ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di navbera 24ê Sibatê û 22yê Adarê de 3 milyon û 626 hezar û 546 penaber derbasî welatên cîran bûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zêdetirî nîvê vê hejmarê (2 milyon û 144 hezar û 244) derbasî Polonyayê bûye.

Romanya bi 555 hezar û 21 kesî û Moldova jî bi 371 hezar û 104 kesan li pey Polonyayê hatin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hejmara kesên ku ji herêmên Donetsk û Lûhanskê derbasî Rûsyayê bûne 113 hezar e. (ÎLKHA)