Li Wanê pevçûna çekdarî: Mirîyek û 7 binçavî

Li navçeya Îpekyolîya Wanê pevçûneke bi çekdarî pêk hat, di encama pevçûnê de kesek canê xwe ji dest da û 7 şikdar jî hatin binçavkirin.

Ekleme: 23.03.2022 09:55:29 / Güncelleme: 23.03.2022 09:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Midirtîya Ewlehî ya Wanê ve hat daxuyandin ku ew di tarîxa 21ê Adarê sala 2022yan de li Navçeya Îpekyolîyê di meseleya “mêr kûştina bi zanebûn” de xebatan kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de weha hat gotin, “Di encama xebatên ekîbên Amîrtîya Biroya Cinayetê ya Midirtîya Şubeya Asayîşê de, di malên 7 kesên ku şikdar hatine hesibandin de lêgerîn hat kirin û di encama lêgerînê de; çekek, teqteqoqek, çekeke ku ji teqteqoktîyê hatîye vegerandin, 4 heb sator û 2 heb jî kêr hatine bidetxsitin. Derheqê meseleyê de 7 kesên şikdar hatin binçavkirin û tehqîqateke mezin hat destpêkirin.” (ÎLKHA)