Li Bîngolê teqîn: 2 polês giran birîndar bûn

Di encama teqîna ku li Bîngoê di Midûrtîya Şubeya Harekata Taybet de pêk hat de 2 polês giran birîndar bûn.

Ekleme: 22.03.2022 14:40:31 / Güncelleme: 22.03.2022 14:40:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Bîngolê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; îro derdora seat 13:30î de li Midûrtîya Şubeya Harekata Taybet di dema sewqkirina muhîmmatê de teqînek pêk hat ku di encama teqînê de 2 polês giran birîndar bûn.

Polêsên birîndar hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)