Li Meletîyê qeza: Yek rehmet kir 2 kes birîndar bûn

Li Meletîyê şoforek hakimîyeta dîreksîyona erebeyê winda kir û qeza kir, di encama qezayê de mirovek canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 22.03.2022 14:35:30 / Güncelleme: 22.03.2022 14:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi plaqa 44 AAZ 852 yê ku  şoforê wê Muhammed Mustafa D.  bû li ser rêya Senayîya Rêya Xarpetê ya Meletîyê ji ber ku hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qeza kir, di encama qezayê de erebe teqle avêt.

Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û îtfaîye hatin sewqkirin.

Ekîbên ku hatin cîhê qezayê dîyar kirin ku şofêr Muhammed Mustafa D. li cîhê qezayê canê xwe ji dest da, G.Ç. û M.K. jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û di nexweşxaneyan de hatin tedawîkirin, cinazeya şofêr jî ji bona otopsîyê hat rakirin Sazîya Tipa Edlî ya Meletîyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)