Rêya 513 gundan ji ber berfê hatin girtin

Li giştîyê welat serma û berf û baran tesîrdar e, ji ber vê yekê rêya 513 gundan ji çûyîn û hatinê re hatin girtin

Ekleme: 22.03.2022 13:45:28 / Güncelleme: 22.03.2022 13:45:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku ji ber barîna berfa zêde li Bêdlîsê rêya 57 gundan, li Colemêrgê rêya 40 gundan hatin girtin.

Hat ragihandin ku li Erziromê rêya 253, Qersê 40, Wanê 63, Erdexanê 6, Mûşê 27 û li Ixdirê jî rêya 27 gundan hatin girin.

Ji bona ku wan rêyên girtî bên vekirin jî xebatên rêvekirinê berdewam dike. (ÎLKHA)