Karwana Hêvîyê, li Efxenîstanê ji sedan zarokan re alîkarîya cilan kir

Karwana Hêvîyê ya ku bû 10 roj li Efxenîstanê alîkarîyan dike û alîkarîyên xwe re berdewam dike, vê carê jî li bajarên Şîbîrgan û Mezar-i Şerîfê ji sedan zêdetir zarokan re alîkarîya cilan kir.

Ekleme: 22.03.2022 13:40:32 / Güncelleme: 22.03.2022 13:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Karwana Hêvîyê, li herêmê di piştî alîkarîyên şîva germ, Qurana Pîroz, belavkirina nan, alîkarîya êzing, ji êtîman re alîkarîya meddî, vekirina bîra avê, sedeqe, jê kirina qurbanên eqîqe de ji zarokan re jî alîkarîya cilan kir.

Zarokên ku li pêşîya kampa ku li bajarên Mezar-i Şerîf û Şîbîrganê ye sekinîn, li gorê xwendina navên wan cilên wan ji wan re hatin belavkirin.

Di encama belavkirina alîkarîyê de hat dîtin ku hinek zarok ji ber sermana ku di çadirên xwe de baş nikarin germ bibin diquxîyan û nexweş ketibûn.

Zarokên ku bi belavkirina cilan kêfxweş bûne, bi rayedarên weqfê re fotoxrafên yadîgarê kişandin. (ÎLKHA)