Ji teref Awrupa Yetîm Elî ve ji mexdûrên herba Ukraynayê re alîkarîya însanî

Awrupa Yetîm Elîyê Sazîyê Alîkarîya Navneteweyî, ji mexdûrên ku xwe gihiştandine bajara Çernîvtsîya Ukraynayê re pakêta xwarinê belav kir.

Ekleme: 22.03.2022 11:40:30 / Güncelleme: 22.03.2022 11:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedarên Awrupa Yetîm Elîyê ku di çarçoveya projeya alîkarîya însanî de li Ukraynayê ne, di cîhê herbê de alîkarîyên xwe berdewam dike.

Awrupa Yetîm Elî, li bajara Çernîvtsîyê ji 200 malbatan re alîkarîya însanî kir.

Abdurrahman Altunê Serokê Giştî yê Komela Awrupa Yetîm Elîyê derheqê alîkarîyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew li çar alîyê herêmên dinyayê ji alîkarîyên xwe re berdewam dikin.

Altun di axavtina xwe de ragihand ku li bajara Çernîvtsîyê ekîbên wan hene û ew li axavtina xwe weha zêde kir, “Me li navenda kombûnê de tespîtê rewşa kesên ku ji herbê revîyane, bi taybetî jî pîrek û zarokan kir. Piştî tespîta rewşê, pakêt û îxtîyacîyên ku hatine amadekirin ji mexdûrên herbê re hatin belavkirin. Ew ê xebatên me yên alîkarîyê berdewam bike”. (ÎLKHA)