Di qezaya balafirê ya ku li Çînê pêk hat de tu kes xelas nebû

Hat daxuyandin ku di encama xebata lêgerîna enqaza balafira Chîna Eastern Aîrlînesê ya ku 133 rêwî tê de bûn de kesê ku sax bên xelaskirin derneket.

Ekleme: 22.03.2022 11:40:29 / Güncelleme: 22.03.2022 11:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Balafira Chîna Eastern Aîrlînesê ya ku 133 rêwî tê de bûn li herêma Guangxîyê ketibû xwarê.

Ji teref televîzyona dewleta Çînê ve hat daxuyandin ku di encama lêgerîna ku di enqaza balafirê de hat kirin de tu kes xelas nebûn. Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ekîbên lêgerînê ya ji bona ku amyara ku di balafiran de dengan qeyd dike bê dîtin xebatên xwe berdewam dikin.

Doh balafira Chîna Eastern Aîrlînesê li herêma otonoma başûra Guangşî Cuangê ketibû xwarê. (ÎLKHA)