Rejima îşxalker û sîyonîst 13 Filistînîyan desteser kir

13 Filistînî li herêma Şerîaya Rojavaya ku di bin îşxalê da ye ji teref rejima îşxalker ve hatin desteserkirin.

Ekleme: 21.03.2022 18:05:33 / Güncelleme: 21.03.2022 18:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Filistînê hatine bidestxistin, rejima îşxalker û sîyonîst êrîş li çend edresên li bajarên Ramallah, Erîha, Beytullahîm û Cenînê kir. Di encama êrîşan de gelek kes hatin êsîrgirtin.

Hat destnîşankirin ku di nav wan kesên ku hatine desteserkirin de Şakîr Amarayê rayedarê mehellî yê HAMASê, Îslam Et-Tavîlê ku di tarîxa 26 Adarê de ji bona serokatîya şaredarîyê bûye namzed jî hene.

Rejima îşxalker û sîyonîst ê ku bi beheneyan êrîşî malên Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat dike, Filistînîyan jî bi îddîayan desteser dike.

Rejîma îşxalker û sîyonîst bi giştî di seatên êvaran de êrîş li malan dike, malên ku di wan de lêgerînan dike jî ser û bin dike, pîrek û zarokên ku wan di xew de şîyar dike jî ditirsîne.

Rejima îşxalker, wan Filistînîyên ku tên desteserkirin jî tu sebebek nayê nîşandan û bi rojan di “navendên binçavîyê” de asê dikin. (ÎLKHA)