Li Kîevê êrîş li navenda danûstandinê hat kirin: 8 mirî

Ji teref rayedarên Ukraynayê ve hat destnîşankirin ku di encama bombebarandina Rusyayê ya li navendekî danûstandinê de herî kêm 8 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 21.03.2022 14:40:34 / Güncelleme: 21.03.2022 14:40:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya Serdozgerîya Ukraynayê, hêzên çekdarîya Rusyayê doh êvarê bi roketan êrîş li navçeya Podolskaya Kîevê kir.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku di encama êrîşê de navendekî danûstandinê xira bû, camên malên derdorê û erebeyên ku parqkiribûn jî zirarê dîtin.

Hat destnîşankirin ku di encama êrîşê de li gorî dîyarîyên ‘ewil herî kêm 8 kes canê xwe ji dest dan û ew ê di seatên pêş de jî hêjmarên mirî û birîndaran bên îfadekirin.

Hat dîyarkirin ku xebatên ekîbên xelaskirinê û hêzên ewlehîyê berdewam dike.

Di dawîya daxuyanîyê de hat gotin ku derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)