Di nav markêtê de pevçûn: 2 birîndar

Li navçeya Halîlîyeya Rihayê di nav markêtekî de bi kêran pevçûn pêk hat, di encama pevçûnê de 2 kes birîndar bûn.

Ekleme: 21.03.2022 10:30:34 / Güncelleme: 21.03.2022 10:30:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di nav markêtekî yê ku li Taxa Şair Nabî de ye di navbera R.Y û Y.B. de munaqeşeyeke ku sedema wê nayê zanîn derket.

Hat destnîşankirin ku munaqeşe bi tevî kêran vegerîya pevçûnê û wan kesan bi kêran li hev xistin. Di encama li hev xistinê de R.Y. û Y.K. birîndar bûn.

Hat raginandin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)