Ji rayedarên HUDA PARê ji tundîya ku li Edenê li hember jinan hat kirin re bertek

Doh Weqfa Furkanê li Edeneyê ji bo çend hevalên xwe yên girtî û tên darizandin xwepêşanek li dar xist ku polêsan midaxeleyî vê xwepêşanê kirin.

Ekleme: 21.03.2022 10:30:33 / Güncelleme: 21.03.2022 10:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Polêsan midaxeleyî girseya ku kom bûbû kir û hewl da girseyê belav bike. Di vîdyoyên ku hatin girtin de tê dîtin ku polêsan bi coban û guleyên plastîk li hember xwepêşandarên ku di nav wan de pîrekên bi hîcab jî hene bi kar tîne û bi coban li wan didin

Rayedarên HUDA PARê ji vê tundîya ku li hember pîrekan hat kirin re wisa bertek nîşan dan:

Cigîrê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam:

Ew tundîya ku li Edenê li hember jinan hat kirin nayê qebûlkirin. Ti îzaha tiştê ku tê kirin tune ye. Ev kesên ku vê yekê kirine divê demildest ji wesîfeya xwe ya aktîf bên girtin û derheqê wan de lêpirsîn bê destpêkirin û ji wezîfeyê bên dûrxistin. Ew kesên ku vê tundîyê dikin nikarin bibin wezîfedarên ewlehîyê.

Alîakrê Serokê Giştî yê HUDA PARê Parêzer Mahmud Şahîn:

Li Edenê ew tiştê ku polêsan bi serê dildarên Weqfa Furkanê de anîne bes ne îhlala heqan e; bi heman awayî wehşeteke eşkere ye û îşkence kirin e.Ev yek nayê qebûlkirin. Memûr û amîrên mesûl divê derheqê wan de lêpirsîn bê destpêkirin û bên cezakirin.

Endamê Lijneya Îdareya Giştî yê HUDA PARê Parêzer Serkan Ramanli:

Ew midaxeleya bêrêje ya Ewlehîya Edeneyê nayê  qebûlkirin. Divê derheqê mesûlan de demildest lêpirsîn bê destpêkirin û ji sepanên bi vî awayî re cardin destûr neyê dayîn.(ÎLKHA)