Polêsan bi cop û guleyên plastîk êrîş birin li ser kesên ku di nav wan de pîrekên bi hîcab jî hebûn

Doh Weqfa Furkanê li Edeneyê ji bo çend hevalên xwe yên girtî û tên darizandin xwepêşanek li dar xist ku polêsan midaxeleyî vê xwepêşanê kirin.

Ekleme: 21.03.2022 09:15:29 / Güncelleme: 21.03.2022 09:15:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Polêsan midaxeleyî girseya ku kom bûbû kir û hewl da girseyê belav bike. Di vîdyoyên ku hatin girtin de tê dîtin ku polêsan bi coban û guleyên plastîk li hember xwepêşandarên ku di nav wan de pîrekên bi hîcab jî hene bi kar tîne û bi coban li wan didin ku ev yek di raya giştî de bû sedema nerazîbûnê û gel ji vê tundîya ku hatiye bikaranîn re bertekên tund nîşan da.

Bikarhenêrên medyaya civakî ji ser hisabên xwe yên medyaya civakî ji êrîşa ku ji teref polêsan ve hat kirin re bertek nîşan dan.(ÎLKHA)