Li 19 bajaran ji perwerdehîyê re astengîya berfê

Ji ber barîna berfa zêde û hewaya xirab di 19 bajar û hinek navçeyan de dibistan hatin tetîlkirin.

Ekleme: 21.03.2022 08:55:32 / Güncelleme: 21.03.2022 08:55:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barîna berfê û hewaya xirab ji perwerdehîyê re astengîyê pêk anî. Ji ber hewaya ku li ser Tirkîyeyê tesîrdar e li 19 bajaran ji perwerdehîyê re ji bona rojekî navber hat dayîn.

Hat destnîşankirin ku li bajarên Qers, Duzce, Bolu, Erdexen, Gîresun, Sêrt, Semsûn, Erzirom, Agirî, Ordu, Sînop, Amasya, Kastamonu, Rîze, Ixdir, Artvîn, Tokat, Gumuşxane û Kutehye ji perwerdehîyê re ji bona rojekî navber hat dayîn.

Hat ragihandin ku di navçe û bajarên ku dibistan hatine tetîlkirin de, kesên biheml û astengdar ew ê destûrdayîya îdarî bên hesibandin. (ÎLKHA)