Li cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 6 milyon 101 hezar kesan

​​​​​​​​Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 6 milyon û 101 hezar û 21 kes mirin.

Ekleme: 21.03.2022 08:55:31 / Güncelleme: 21.03.2022 08:55:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyê ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane 6 milyon û 101   hezar û 21  kesan û hejmara kesên pêketî jî derket  471  milyon  û  79  hezar û 926 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 997 hezar kesan.(ÎLKHA)