Ukrayna: 562 leşkerên Rûsî hatine dîlgirtin

Cîgira Serokwezîra Ukraynayê Irina Vereshchuk got ku 562 leşkerên Rûs bi awayekî fermî di destê leşkerên Ukraynayê de girtî ne.

Ekleme: 20.03.2022 11:45:30 / Güncelleme: 20.03.2022 11:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Vereshchuk di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir:“Ger em behsa girtiyên şer ên Rûsî bikin, 562 ji wan hene. Ukrayna her tiştî li gorî hiqûqa însanî ya navneteweyî dike.”

Karbidestên Ukraynayê wêne û vîdyoyên leşkerên Rûsî yên kuştî û dîl belav kirin.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) amaje bi wê yekê kir ku xala 13yan a Peymana Sêyemîn a Cenevreyê vîdyoyên leşkerên girtî qedexe dike. (ÎLKHA)