Karwana Hêvîyê li Efxenîstanê ji bi hezar kesan re goştê sor belav kir

Karwana Hêvîyê di çarçoveya xebatên alîkarîyê de eqîqe û nezirên ku ji teref xêrxwazan ve hatîye bexşkirin jê kir û ji malbatên mixtacên ku di kampê de dijîn re belav kir.

Ekleme: 20.03.2022 10:05:33 / Güncelleme: 20.03.2022 10:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qurbanên ku ji teref 3 şîrketên Tirkîyeyê ve hatine bexşkirin, li bajara Mezar-i Şerîfê ku girêdayê wîlayeta Belhê ye bi navê wan şîrketan cuda cuda deweyek hatin jêkirin û ji mûhacirên ku di kampê de dijîn re hat belavkirin.

Heywanên biçûk ên ku ji teref xêrxwazan ve hatine bexşkirin jî, ji malbatan ku li 4 kampên cuda yên ku li bajara Şîbîrgana ku girêdayê wîlayeta Cevîzcanê ye re hatin belavkirin. Di dema belavkirina goştan de pîrekeke hat cem wezîfedaran û got ku kurekî wê li bajarekî dinê rehmet kirîye lê ew ji ber tinebûnîyê nikare biçe cinaza kurê xwe bîne, ji ber vê yekê ji wê pîrekê re û ji êtîman re jî alîkarîya pere hat kirin.

Dîsa li cîhekî dinê di dema belavkirina goşt de wezîfedaran bihîstin ku li kampê qîzikeka ciwan rehmet kirîye û gelekê malbatan jî çûnê cinazeya wê ciwanê, ji ber vê yekê wezîfedaran jî goştên wan çadiran teslîmê mesûlê wê kampê û meleyê kampê kirin. (ÎLKHA)