Lijneya Weqfa Êtîman, Hanefîyê Alîkarê Serokê yê Efxenîstanê zîyaret kir

Lijneya Weqfa Êtîman, li Efxenîstanê bi Mewlewî Abdusselam Hanefîyê Alîkarê Serokê yê Efxenîstanê re hevdîtinek kir.

Ekleme: 20.03.2022 09:20:30 / Güncelleme: 20.03.2022 09:20:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Lijneya Weqfa Êtîman, li Efxenîstanê hevdîtinên xwe berdewam dike.

Lijneya ku bi tevî Fîkrî Karavîlê Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman, li Kabîla paytex Mewlewî Abdusselam Hanefîyê Alîkarê Serokê zîyaret kir.

Lijne, ji Hanefî re ji bona ku wan qebûl kir teşekkurên xwe  kirin û zefera Talîban yê ku li hember Xerb û Emrîqayê qezenc kirine jî pîroz kirin.

“Wan îşxalkeran ji xelqê me re gelek zirarên bi ciddî dan”

Hanefî di hevdîtinê de axavtinek kir û di axavtina xwe de destnîşan kir ku ew ji 40 salî zêdetir e li hember Rusya û Emrîqayê micadele kirine û piştî vê micadeleyê Xwedê Teala zeferê kirîye nisîbê wan û ew li axavtina xwe weha zêde kir, “Di pêvajoya vê îşxalê de ji 5 milyonî zêdetir ciwan muptelayê tîryakê bûn. Piştî hatina Emîrtîya Îslamê, van ciwanan ji bona ku ji vê tîryakê bên dûrxistin wan kir bin tedawîyê. Wan îşxalkeran ji xelqê me re zirarên gelek ciddî dan.”

Hanefî di berdewama axavtina xwe de dîyar kir ku ew bi deh salan e mecbûr mane ku bi wan îşxalkeran re micadeleyê kirine û ji ber vê yekê ew girîngîya baş nedane ji perwerdehîyê re û piştî hatina Emîrtîya Îslamê ew giranîyê dane li ser perwerdehîyê.Hanefî di axavtina xwe de weha got:“Di encama micadeleya ku bi îşxalkeran re hat dayîn de gelek zarok êtîm man. Gerek zarokên ku di sefên Emîrtîya Îslamê de herbê kirine û şehîd ketine, gerek jî zarokên ku li hember Emîrtîya Îslamê herbê kirine û mirine êtîm mane. Mezinkirina wan zarokan wezîfeya Emîrtîya Îslamê ye.”

Hanefî di axavtina xwe de bal kişand ku medya ji bona wan gelek mûhîm e, çapemenîya cîhanê bi taybetî Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê xirab didin nîşandan. Ji ber vê yekê Hanefî îfade kir ku îxtîyacîya wan li medyaya ku rastîyê bibêjin heye.

Hanefî di dawîya axavtina xwe de ragihand ku Emîrtîya Îslamê piştî zefarê ji tu kesê re eksê negirtîye, wan kesên ku li hember wan yanê bi wan re herbê kirine jî efû kirine, hetta niha ewlehîya wan kesan jî bi kar tînin.

Hevdîtin, arezûyên beramber dawî bû. (ÎLKHA)