Karavîlê Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman li Efxenîstanê xwendekarên medreseyê zîyaret kir

Karavîl û bi tevî lijneyê ku bi wî re ye, li wîlayeta Vardaka Efxenîstanê medreseya ku xwendekar tê de perwerdehîyê dibînin zîyeret kirin û bi xwendekaran re hevdîtin kirin.

Ekleme: 20.03.2022 09:05:32 / Güncelleme: 20.03.2022 09:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Êtîman yê ku çû li wîlayeta Vardaka ku li başûra Kabîlê ye, li vê derê ji teref îdarevanên medreseyê, miderris û xwendekaran ve bi coşdarî hatin pêşwazîkirin.

Di medreseya ku xwendekarên êtîm tê de perwerdehîyê dibînin de ji bona lijneyê bernameyek hat tertîpkirin.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz hat destpêkirin û bi xwendina şiîrên ku ji teref xwendekarên medreseyê ve hatine xwendin berdewam kir.

Fîkrî Karavîl di sêwîxaneyê de hinek tetkîkan kir û ew got ku ew ê li gorî îmkanên xwe ji bona ku êtîm û sêwî perwerdehîyek baş bibînin tesîsan ava bikin. (ÎLKHA)