Xwendekarên ku li Bêdlîsê di berfê de asê man hatin xelaskirin

Serwîsa xwendekaran li gundê Enîpa ku girêdayê navenda Bêdlîsê ye di nav berfê de asê ma. Xwendekarên ku di berfê de asê man ji teref ekîbên Îdareya bi Taybet ve hatin xelaskirin.

Ekleme: 18.03.2022 16:25:38 / Güncelleme: 18.03.2022 16:25:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berfa ku li Bêdlîsê di seatên êvarê de barîya rewşa jîyanê bi neyînî tesîr kir, ji ber vê yekê rêyên 29 gundan hatin girtin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin serwîseke xwendekaran di seatên serê sibê de dema ku xwendekaran bibe dibistanê di rê de asê ma.

Hat destnîşankirin ku bi xeberdayîna rayedaran, ekîbên ku girêdayê Îdareya bi Taybet a Bajêr wan xwendekaran xelas kirin. (ÎLKHA)