Karawîlê Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman li Efxenîstanê sêwîxaneyê zîyaret kir

Fîkrî Karawîlê Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman, sêwîxaneya ku bi hevkarîya Efxenîstan-Tirkîyeyê hatîye avakirin zîyaret kir û bi zarokan re wext derbas kir.

Ekleme: 18.03.2022 11:05:39 / Güncelleme: 18.03.2022 11:05:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Fîkrî Karawîlê Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman û lijneya ku bi wî re ye li Efxenîstanê zîyaretên xwe berdewam dikin.

Fîkrî Karawîlê Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman û bi tevî lijneya ku bi wî re ye ji bona hinek hevdîtinan çûn Efxenîstanê, di çarçoveya wan hevdîtinan de sêwîxaneya ku di demê borî de ji teref hevkarîya Efxenîstan-Tirkîyeyê ve hatîye avakirin jî zîyaret kirin û bi zarokan re wext derbas kirin.

Karawîl, bi zarokan re sohbet kir û mexdûrîyetên ku ew kişandine ji devê wan gohdar kir û dû re jî ji êtîm û sêwîyan re dîyarîyan da.

Fîkrî Karawîlê Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman û lijneya ku bi wî re ye hevdîtinên xwe yên li Efxenîstanê berdewam dikin. (ÎLKHA)