THY 10 seferên xwe yên sibê betal kir

Li Balafirgeha Stenbolê 80, li Balafirgeha Sabîha Gokçenê 20 sefer ji ber tê diyarkirin ku ew ê li Stenbolê berf bibare hatin betalkirin.

Ekleme: 18.03.2022 10:10:35 / Güncelleme: 18.03.2022 10:10:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Şêwirmendîya Çapemenîyê ya THYyê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji ber berfa ku di tarîxa 18 Adarê de tê diyarkirin ku bibare, li gorî qirara Komîteya Rewşa Acîl a Meteorolojîyê 43 seferên nav welat, 37 seferên derveyê welat yên li Balafirgeha Stenbolê hatin betalkirin. Li Balafirgeha Sabîha Gokçenê jî 20 sefer hatin betalkirin.”

Hat daxuyandin ku wan kesên ku seferên wan hatine betalkirin heta seatên xwe yên seyehetê dikarin di sîteya THYyê û sepana mobîlê de biletên xwe vegerînin an jî îade bikin. (ÎLKHA)