Li 16 bajaran ji ber barîna berfê ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Barîna berf û baranê li giştîyê Tirkîyê berdewam dike. Ji ber barîna berfa zêde û hewaya xirab li 16 bajaran ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Ekleme: 18.03.2022 10:10:09 / Güncelleme: 18.03.2022 10:10:09 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berf û hewaya sermaya ku li giştîyê Tikîye xwe tesîrdar kirîye, li hinek bajaran ji perwerdehîyê re bû sedema navber dayînê.

Ji ber vê yekê li bajarên Trabzon, Gîresun, Rîze, Mûş, Newşehîd, Ordu, Duzce, Çewlig, Kocaelî, Sînop, Kastamonu, Gumuşxane, Erzincan û Samsunê ji perwerdehîyê re ji bona rojekî navber hat dayîn.

Hat destnîşankirin ku di navçe û bajarên ku dibistan hatine tetîlkirin de, kesên biheml û astengdar ew ê destûrdayîya îdarî bên hesibandin. (ÎLKHA)