“Qetlîama Helebçeyê qetlîamekî mezin e ku ew bi tevî hevkarên xumalî hatîye kirin”

Di salvegera Qetlîama Helebçeyê de sîyasî û STKyîyan fikr û ramanên xwe gotin û ew destnîşan kirin ku Xerb ji Qetlîama Helebçeyê re bêdeng ma.

Ekleme: 17.03.2022 17:05:37 / Güncelleme: 17.03.2022 17:05:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedar û temsîlkarên STKyîyên ku di bernameya “Weşana bi Taybet a Helebçeyê” ku ji teref Rehber TV ve hat sazkirin de axivîn û di axavtinên xwe de bi bîr anîn lazim e ku ji bona mexdûrîyeta Helebçeyê bê qedandin xebat bên kirin.

Kawa Alîyê Alîkarê Walîyê Helebçeyê di  bernameyê de axivî û bal kişand ku bila Kurd ji Qetlîama Helebçeyê îbretên mûhîm derxînin û ev qetlîam ji dinyayê re jî di hêjayîya dersekê de ye.

ALÎ KAWA

Alî di axavtina xwe de weha got, “Bi taybetî gerek em Kurd, ji Qetlîama Helebçeyê dersên mûhîm derxînin. Wek ku tê zanîn di tarîxa 16ê Adarê ya sala 1988an de li Helebçeyê qetlîam çêbûye. Di encama Qetlîama Helebçeyê de nêzê 5 hezar kes canê xwe ji dest dan, nêzê 10 hezaran kesan ji cîhên cuda birîndar bûn, seqet man û ji 400î zêdetir zarok jî winda bûne. Çend kesên tenê yên ku mirov bi pêçîyan dijmêre hatibûn dîtin, lê mixabin piranî hê jî winda ne. Meseleya Helebçeyê ji dinyayê re dersek e. Aşîtî ji her tiştî gelek baştir e. Em ji bona aşîtîyê dikarin her tiştî bikin. Dema ku herb derkeve, mixabin qetlîam, mirin û seqetbûnî çêdibin. Mixabin him di wê demê de him jî di vê demê de ne ji Emrîqayê, ne ji Ewrupayê û ne jî ji welatên Yekîtîya Ewrupayê derheqê vê meseleyê de dengek derneket.”

“Xwîna ku li Helebçeyê rijîyaye mezlûmîyetîyê tîne bîra mirovan”

Mehmet Bahattîn Temelê Şêwirmendê Serokê Giştî yê HUDA PARê destnîşan kir ku di pişta Qetlîama Helebçeyê de para Xerbê gelek mezin e û ew bal kişand ku bombeyên kîmyasal bi Seddam tenê nehatîye hilberandin.

MEHMET BAHATTÎN TEMEL

Temel di axavtina xwe de weha got, “Bi rastî jî îro rojekî yê ku girêk dikeve qirika mirovan e, em li cîhekî wisane ku pirsgirêk li vê derê gelek zêde ne. Em li bernameya Helebçeyê ya ku 34 sal berê li wê derê qetlîamek hatibû kirin in, em jî bi navê partîya xwe ya Temsîlkarê Kurdistanê li vê derê ne û vê xelqê mezlûm yad dikin. Dema ku gotin tê li ser Helebçeyê mezlûmîyeta xelqê Kurd û mezlûmîyeta Misilmanan tê bîra mirovan. Xwîna ku li Helebçeyê hatîye rijandin, xwîna rijandina‘ewil ya Misilmanan nîne, xwîna ‘ewil ya ê xelqê Kurd jî nîne. Mixabin ev qetlîam, ji bona armanca emperyalîstan, bi tevî hevkarîyên xumalî hatîye kirin. Hemû dinya jî zane ku ev kîmyasal, ji teref Seddam ve nehatîye hilberandin. Lê bêdengîya wan yê îro ji sebeba psîkolojîya wan ê sûcdarîyê ye. Yanî ew, li pişta vê sûcê ne û vê bêdengî jî ji li wê tê.”

Îqbal Ghafar Amînê Serokê Komela Helebçe yê Serwerî jî di axavtina xwe de weha got:

“Hûn jî zanin ku xelqê Helebçeyê xelqekî bêdeng û aştîyane ye. Ew tu car li terefdarê herbê nîne. Em daîma aşîtîyê dixwazin, jîyanekî yê bi hevdû dixwazin. Lê mixabin ji ber sebeba dijberîya ku di navbera hêzan de heye, kesên ku ji herbê tesîrdar bûne xelqê Helebçeyê bûye.”

Abdurrahîm Altunê Serokê Komela Ewrupa Yetîm Elî yê jî derheqê meseleyê de fikr û ramanên xwe anî li ser ziman û di axavtina xwe de weha got, “Helebçe, mersîyeya me yê zaroktîyê, birîna dilê me yê zaroktîyê ye. Em bi mersîyeyên Helebçeyê mezin bûn. Xwedê Teala bila van kederan cardin nîşanê me nede. Digel 34 sal ji ser qetlîama Helebçeyê derbas bûye, hêna jî birînên wî û derdên wî nehatine dermankirin.” (ÎLKHA)