Li Perûyê hezaz

Li bakura Perûyê ya ku ji welatê Başûra Amrîqayê ye hezaz pêk hat, di encama hezazê de 20 kes di bin axê de man.

Ekleme: 17.03.2022 13:05:33 / Güncelleme: 17.03.2022 13:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Perûyê hatine bidestxistin li herêma Lîbertada ku girêdayê bajaroka Retamasê ye li alîyê çîyayekî ax li ser malan de hat xwarê.

Di encama hatina axê de nêzê 80 malan di bin axê de man.

Ji teref rayedaran ve hat daxuyandin ku nêzê 20 kesan di bin hezazê de man, ji wan 20 kesan 8 kes hatin xelaskirin û kesek jî mir.

Hat destnîşankirin ku li herêmê nişkavde baran barî û dibe ku hezaz jî ji ber wê baranê pêk hatibe. (ÎLKHA)