Ji pîrekên Filistînî yên ku di zindanên Sûrîyeyê de êsîr in xeber nayê girtin

Navenda Vegerandina Welatê Filistînê, bi wesîleya Konseya Heqên Însanî yê ku li Cenewreyê ye, ji bona ku rewşa bi sedan pîrekên Filistînî yên ku di zindanên Sûrîyeyê de ne bê derxistin bang kir.

Ekleme: 17.03.2022 09:45:34 / Güncelleme: 17.03.2022 09:45:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ferrah Kattîneyê xebatkarê Navenda Vegerandina Welatê Filistînê, di çarçoveya hevdîtinên înteraktîfê dewra 49emîn yê Konseya Heqên Însan û Ropartora Taybeta Îşkence yê KM de derheqê rewşa pîrekên Filsitînê yên ku di zindanên Sûrîyeyê de êsîr in de bang kir.

Navenda Vegerandina Welatê, li ser Selma Abdurrezaqa ku 10 sal berê li Sûrîyeyê hat esîrgirtin derheqê rewşa wê û cîhê wê de bal kişand ku derheqê wê de tu agahîyek tuneye.

Hat destnîşankirin ku malbata selma ji bona ku derheqê rewşa wê de agahîyek bi dest bixin ji hinek mirovan re û ji navbeynkaran re pere dan, lê dîsa jî tu encamek bi dest nexistine.

Hat îfadekirin ku Selma Abdurrezaq di sala 30ê Adarê sala 1990î de li kampa Yermukê hat dinyayê, piştî ku ew kamp bi balafiran hat bombekirin ji li vê revîyan û dû re di tarîxa 30ê Kanûnê sala 2012an de dema ku daxwaz kir cardin bikeve vê kampe hat revandin, bi beheneya alîkar kirina ji birîndar û miltecîyan re hat sûcdarkirin û dû re hat birin cîhekî yê ku nayê zanîn.

Navenda Vegerandina Welat, ji KMyê re ji pîrekên wek Selma yên ku li Sûrîyeyê ne re bang kir ku bila derheqê wan de agahîyek bê dayîn û ew bila bi lez û bez bên berdan. (ÎLKHA)