Ji ber barîna berfê li hinek bajar û navçeyan ji dibistanê re navber hat dayîn

Hat destnîşankirin ku ji ber barîna berfê li hinek bajar û navçeyan ji dibistanê re navber hat dayîn. Kesên astengdar û xebatkarên giştî yên ducanî jî ew ê destûrdayîya îdarî bên hesibandin.

Ekleme: 17.03.2022 09:40:32 / Güncelleme: 17.03.2022 09:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li bajarên Rîze, Trabzon, Gumuşxane, Ordu û Artvînê ji ber barîna berfa zêde ji perwerdehîyê re navber hat dayîn.

Ji teref walîtîya Rîzeyê ve hat daxuyandin ku li giştîyê bajêr ji perwerdehîyê re ji bona rojek navber hat dayîn

Ji teref walîtîya Trabzonê ve hat daxuyandin ku li navçeyên Akçaabat, Arsîn, Araklı, Çarşıbaşı, Of, Surmene û Yomrayê ji perwerdehîyê re ji bona rojek navber hat dayîn.

Ji teref walîtîya Gumuşxaneyê ve hat daxuyandin ku li navçeya Kurtunê ji perwerdehîyê re ji bona rojek navber hat dayîn.

Ji teref walîtîya Orduyê ve hat daxuyandin ku li navçeyên Akkuş, Golkoy, Gurgentepe, Îkîzce, Kabataş, Korgan û Mesudîyeyê ji perwerdehîyê re ji bona rojek navber hat dayîn.

Ji teref walîtîya Artvînê ve hat daxuyandin ku navend Artvîn, gundên ku girêdayê navendê ne û navçeyên Şavşat û Murgulê ji perwerdehîyê re ji bona rojek navber hat dayîn. (ÎLKHA)