THY ji 4 welatan re seferên xwe betal kir

Hat destnîşankirin ku THY ji ber herba Ukrayna û Rusyayê seferên xwe yên li welatên Moldova, Rostov, Ukrayna û Soçîyê heta meha Nîsanê betal kir, seferên Belarusê jî heta 31ê Adarê betal kir.

Ekleme: 16.03.2022 11:50:37 / Güncelleme: 16.03.2022 11:50:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref THYyê ve hat daxuyandin ku ew qirarekî yê nû girtine. Li gorî vê daxuyanîyê ew seferên xwe yên li Ukrayna, Moldova, Belarus, Rostov û Soçîyê betal kir.

Di hîsaba medyaya civakî ya THYyê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Heta tarîxa 10ê Nîsanê sala 2022yan seferên Ukraynayê ê têketin/derketin hat betalkirin. Heta tarîxa 10ê Nîsanê sala 2022yan seferên Moldovayê ê têketin/derketin hat betalkirin. Heta tarîxa 31ê Adarê sala 2022yan seferên Rostov a têketin/derketin hat betalkirin. Heta tarîxa 10ê Nîsanê sala 2022yan seferên Soçî yê têketin/derketin hat betalkirin. Hûn muameleyên xwe yên vegerandin û lê zivirandinê dikarin di sîteya me ya webê de an jî di numereya 0 850 333 0 849 de bikin.” (ÎLKHA)