Li Êlîhê rêyên 10 gund û 23 rêyên mezreyan hatin girtin

Hat destnîşankirin ku li Êlîhê ji ber barîna berfê rêyên 10 gund û 23 mezreyan hatin girtin.

Ekleme: 16.03.2022 11:50:37 / Güncelleme: 16.03.2022 11:50:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îdareya Taybeta Bajar a Êlîhê destnîşankir ku xebatên vekirina rê berdewam dike û weha got, “Di çarçoveya rê vekirina ku hatine girtin de li navçeyên Qûbîn, Hesenkeyf, Kercews û gundên girêdayê navendê rêyên ku girtîbin tinene. Li navçeya Sasonê rêyên 10 gund û 17 mezreyan; li navçeya Hezoyê jî di rêyên 6 mezreyan de ji bona ku bên vekirin xebatan tên kirin.” (ÎLKHA)