Mêr û jinên îxtîyar ji ber xeza sobayê jehrî bûn

Li navçeya Mesudîyeya Orduyê mêr û jin, ji ber xeza karbonmonoksîta ku ji sobayê çizirîye jehrî bûn û rehmet kirin.

Ekleme: 15.03.2022 13:45:29 / Güncelleme: 15.03.2022 13:45:29 / Xeberen Kurdi / Ordu Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin Huseyîn Sevîmê 70 salî û Dursena Sevîma 67 salî yên ku li gundê Ilişara ku girêdayê navçeyêne ji ber karbonmonoksîtê jehrî bûn.

Hat destnîşankirin ku bi xeberdayîna cîranan ji cîhê meseleyê re ekîbên 112yê hatin sewqkirin.

Ji teref ekîbên 112yê ve hat tespîtkirin ku ew rehmet kirine û cenazeya wan ji bona ku otopsî bê kirin hatin rakirin morga Nexweşxaneya Dewleta Orduyê. (ÎLKHA)