Li herêmê rêyên 2072 gundan ji ber berfê hatin girtin

Ji ber barîna berfa zêde û ji bapûkê li herêmê rêyên gelek gundan hatin girtin.

Ekleme: 14.03.2022 15:20:31 / Güncelleme: 14.03.2022 15:20:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li Bêdlîs rêya 302, li Mûşê rêya 325, li Colemêrgê rêya 89, li Agirîyê rêya 302, li Wanê rêya 216, li Erziromê rêya 683, li Erzîncanê rêya 104, li Ixdirê rêya 34, li Qersê rêya 15 û li Erdexanê rêya 2 gundan hatin girtin.

Ji teref Midirtîya Giştî yê Rêyan ve hat ragihandin xebatên ku ji bona rêyên girtî bên vekirin hat destpêkirin.

Hat destnîşankirin ku di xebatan de pêşîvanê ji zayîn, nexweşîn û mirinê re tê dayîn. (ÎLKHA)