Li Ukraynayê guleyê topê îsabetî avahîyê kir

Hat destnîşankirin ku li Kîevê guleyeke topê ya ku ji teref Rusyayê ve hat avêtin li avahîyekî 9 qatî ket, di encama lêketina guleyê de 2 kes mirin.

Ekleme: 14.03.2022 14:45:31 / Güncelleme: 14.03.2022 14:45:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Herba Ukrayna-Rusyayê di roja 19emîn de berdewam dike.

Ji teref yekîneyên Rusyayê di seatên serê sibê de guleyeke topê li avahîyekî yê ku li taxa Obolonskîyê ya Kîevê ye ket.

Ji teref Serwîsa Rewşên Acîl ve derheqê meseleyê de daxuyanîyek hat belavkirin, di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku li gorî dîyarîyên ‘ewil 2 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku 63 kesên ku di avahîyê de bûn jî ji teref ekîbên xelaskirinê ve hatin xelaskirin. (ÎLKHA)