Li Enqereyê li dijî tîryakfiroşan operasyon hat lidarxistin: 420 kes hatin binçavkirin

Ji teref Midirtîya Ewlehîya Bajar ve hat daxuyandin ku di encama operasyonên ku li dijî tîryakfiroşan di hefteyekî dawîya tê lidaristin de 420 kes hatin binçavkirin û ji wan 60 kes jî hatin girtin.

Ekleme: 14.03.2022 13:35:33 / Güncelleme: 14.03.2022 13:35:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Operasyonên ku ji teref Ekîbên Micadeleya Sûcên bi Narkotîk ve di nav tarîxa 7-13 Adarê de li giştîyê bajêr operasyonên li dijî tîryakê hatin lidarxistin û di encama wan operasyonan de 420 şikdar hatin binçavkirin.

Di encama operasyonan de 780 gram eroîn, 670 gram bonzaî, 500 gram metamfetamîn, 450 gram esrar û 36 hezar û 850 heb hebên narkotîk hatin bidestxistin.

Hat destnîşankirin ku ji 420 şikdarên ku hatin binçavkirin 60 kes hatin girtin. (ÎLKHA)