Şehîdên Qerejdaxê li ser mezelên xwe hatin yadkirin

Misilmanên ku li gundê Gogwerîya ku girêdayê navçeya Çinara Dîyarbekir e û ji teref PKKê ve di encama êrîşekê de hatin şehîdkirin, di bernameya ku hat sazkirin de hatin yadkirin.

Ekleme: 14.03.2022 11:15:36 / Güncelleme: 14.03.2022 11:15:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Bernameya Bîranîna Şehîdên Mayînê yên Qerejdaxê” yên li gundê Gogwerîya navçeya Çinarê digel hewaya serma û hewaya biberf bi beşdarbûna gelek kesan hat tertîpkirin.

Ji ser şehadeta Îbrahîm Daxtekîn, Mele Xidir Akyol, Muhammed Xelîl Gulçer, Muhammed Emîn Gulçer, Tacettîn Parlak, Xelîl Demîr, Kutbettîn Ayhan, Muhammed Ayhan, Hecî Remezan Yeşîl, Remezan Gulçer 28 sal debas bûn ku ew berî vê 28 salan di tarîxa 19ê Adarê sala 1994an de  ji teref PKKê ve  hatibûn şehîdkirin.

Bernameya ku ji teref Platforma Karwanê Şehîdan ve hat tertîpkirin, bi xwendina Qurana Pîroz hat destpêkirin.

 Mehmet Huseyîn Yilmazê Serokê Giştî yê HUDA PARê, Wedat Turgutê Endamê Sazîyê yê Îdareya Giştî û lijneya ku bi wan re bû jî beşdarî bernameyê  bûn û Mervan Akyol di bernameyê de axavtina destpêkirinê kir.

Mele Nîhat Çelîkê ku ji alîmên herêmê ye jî di bernameyê de axavtinek kir û di axavtina xwe de destnîşan kir ku Xwedê Teala zilma ku li ser welatê me hebû bi xwîna zelal ê van şehîdan rakir.

MELE NÎHAT ÇELÎK

Çelîk ji axavtina xwe re bi ayeta ‘Ji wan kesên ku di rêya Xwedê Teala de hatine kuştin re mirî nebêjin, ew li hizûra Xwedê Teala dixwin û vedixwin.’ destpêkir û weha berdewam kir, “Em di hemû sohbet û bernameyên xwe de qala mikafatên şehîdan dikin. Xwedê Teala di Qurana Pîroz de weha dibêje ‘Di nav wan Muminan de, mêrên wisa hene ku ew ji Xwedê Teala re soz dane û li ser wî sozên xwe sekinîne, ji wan hinek kes jî di vê rê de canê xwe dane. Ji wan hinek kesan jî li ser soza ku ew ji Xwedê Teala re dane disekinin.’ Xwedê Teala di vê ayetê de qala du zûmreyan dike. Ji wan zûmreyan yek; ew kesên ku îmana xwe û heyatên xwe ji Xwedê Teala re şahid kirine û şehîd ketine. Ya duyemîn jî; li ser rêya wan kesên ku ji Xwedê Teala re soz dona û li pey wan kesên ku li ser sozên xwe şehîd ketine dimeşin û de’wa wan dişopînin.”

“Em wek wan birayên xwe yên ku ew rihên xwe yên şîrîn feda kirine bibin û gerek em jî de’wa wan bişopînin”

Çelîk li axavtina xwe weha berdewam kir, “Ew ê ku daxwaz dike di dibistana şehadetê de mezin bibe, bixweyne û xwe qeyd bike; lazim e ku ji Xwedê Teala re, ji Pêxemberê me re, ji îmana xwe re, di îtaeta xwe de, di teslîmîyeta xwe de û di îstîqameta xwe de rast û sozdar bibe. Vê welatê bi bereketa xwîna şehîdan paqij bûn. Şehîd Aytaç, Şehîd Cengîz, Şehîd Ubeydullah, Şehîd Muhammed Şerîf, Şehîd Hesen û Şehîd Yasîn… van şehîdan, bi bereketa şehadeta van şehîdên li vê derê zîl dan. Ji ber vê yekê ey dayîkê şehîdan, bavê şehîdan, birayên şehîdan, xuşkên şehîdan û eqrebeyên şehîdan… hûn min baş gohdar bikin! birayên me yên ku li vê derê ne rihên xwe yên şîrîn feda kirine, gerek em jî rêya wan û de’wa wan bişopînin. Di şehadetê de cinsiyet tineye, şehadet ne tenê ji bona ciwanan e. Şehadet carna wek Aytaç carna wek Yasîn carna jî wek Xalê Mehemed derdikeve pêşîya me.  Şehadet di nav me de veşartîye, ew xwedîyê xwe digere. Ew ê Xwedê Teala, bê şek û bê şiphe ew ê şerbeta şehadetê ji wan kesên ku ji sozê xwe re û ji ‘ehda xwe re rastin re bide vexwarin.”

“Em zarokên xwe û nesla xwe li ser rêya şehîdan mezin bikin”

Çelîk di dawîya axavtina xwe de weha got, “Lazim e ku em de’wa wan bişopînin. Zarokên xwe û nesla xwe jî di rêya van şehîdên ku li vê derê ne de bidin şopandin. Lazim e ku em xizmetê li rêya wan û li de’wa wan bikin. Xwedê Teala ‘evdên xwe yên rast û sozdar digere, em jî ji bona ev tiştê li vê derê ne. Em li vê derê li cîhê van şehîdên ezîz, ji Xwedê Teala re soz didin ku em ê de’wa wan bimeşînin, em ê ji de’wa wan û xwîna wan re rast bibin û sozdar bibin. Xwedê teala, bila rastîya me ya ku ji dînê me re ye, bila ji de’wa Pêxemberê me û xwîna şehîdan re bike bereket, bila me jî ji rêya şehîdan û ji de’wa şehîdan dûr neke.”

Bername bi xwendina îlahî û duayê dawî bû. (ÎLKHA)