Îşxalkerên sîyonîst di nav hefteyekî dawî de 4 Filistînîyan şehîd kir

Rejima îşxalker û sîyonîst a ku êrîşî li Qudsa Rojava û li herêmên Qudsê dikin, di nav hefteyekî dawî de 4 Filistînîyan şehîd kir.

Ekleme: 14.03.2022 09:05:36 / Güncelleme: 14.03.2022 09:05:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îşxalker û sîyonîst ji zilma xwe re bê navber berdewam dike û di wan herêmên ku êrîşan dike de jî ji desteserkirin, birîndarkirin û şehîdkirinê re jî berdewam dike.

Wan sîyonîstên îşxalkerên ku di gelek herêman de êrîşan dike, vê hefteyê jî êrîş li Quds, Nablus û Ramallahê kir û 4 Filistînîyan jî şehîd kir.

Di tarîxa 6ê Adarê de li bajaroka Et-Tura Qudsê ciwanekî yê ku 19 salî bû, li herêma Ebu Dîsa Qudsê jî ciwanekî yê 16 salî şehîd kir.

Ciwanekî yê 22 salî yê ku li hember wan êrîşên rejima sîyonîst û îşxalkeran disekînîya jî ji teref wan sîyonsîtan ve di tarîxa 7ê Adarê de li Qudsa Kevn hat şehîdkirin.

Li herêma Burkaya Nablusê jî ciwanekî yê 23 salî di tarîxa 8ê Adarê de ji teref rejima sîyonîst û îşxalkeran ve hat şehîdkirin. (ÎLKHA)