Li Bidlîsê zêdetirî metro û nîv berf barîya

Bilindahîya berfa ku ev bû 5 roj li Bidlîsê dibare metro û nîvê derbas kir.

Ekleme: 13.03.2022 12:25:30 / Güncelleme: 13.03.2022 12:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber berfa ku dibare û bilindahîya wê metro û nîvê derbas kir rêya 260 gundan hat girtin û wesayît di bin berfê de man.

Ji bo rêyên gundan û yên li nav bajêr bên paqijkirin bênavber xebat tên kirin.

Rayedar di warê berfê de welatîyan hişyar kirin û daxwaz kirin ku bi dîqqet bin.(ÎLKHA)