THY 180 seferên xwe yên sibê betal kir

Hat destnîşankirin ku THY ji ber ku dibe sibê berfeke zêde bibare, 180 seferên xwe yên ku li Balafirgeha Stenbol û Balafirgeha Sabîha Gokçenê bên kirin betal kir.

Ekleme: 11.03.2022 13:50:38 / Güncelleme: 11.03.2022 13:50:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Şêwîrmendîya Çapemenî ya THYyê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin: “162 seferên ku di tarîxa 12ê Adarê ya roja Şemîyê de li Balafirgeha Stenbol û 18 seferên ku li Balafirgeha Sabîha Gokçenê bên kirin hatin betalkirin. Bi tevahî 180 sefer hatin îptalkirin. Ji ber operasyonê dibe ku hêjmarên wan seferên ku bên betalkirin zêde bibe.” (ÎLKHA)