Li Agirîyê otobûs qelibî: 13 birîndar

Otobûseke rêwîyan dema ku ji Erziromê derbasê Agirîyê bibe, ji ber rêya ku şemitok bû qeza kir, di encama qezayê de otobûs qelibî û jê 2 giran tev de 13 kes birîndar bûn.

Ekleme: 11.03.2022 13:50:37 / Güncelleme: 11.03.2022 13:50:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûseke yê bi plaqa 34 BN 6924 ku di bin qontrola A.K.yê de bû ji ber rêya şemitok li ser rêya Ezirom-Agirîyê şemitî û qelibî.

Di encama qezayê de ji 21 rêwîyên ku di otobûsê da bûn 13 kesan birîndar bûn û hat hînbûn ku rewşa 2 birîndaran jî giran e.

Hat ragihandin ku ji cîhê qezayê re ekîbên 112yî hatin sewqkirin û birîndaran jî bi ambûlansan ve rakirin Nexweşxaneya Dewleta Lêgerîn û Perwerdehîya Agirîyê. (ÎLKHA)