Li Wanê rêyên 118 gundan hatin girtin

Li Wanê ji ber barîna berfa zêde û bapûkê rêyên 118 gundan hatin girtin.

Ekleme: 10.03.2022 13:30:37 / Güncelleme: 10.03.2022 13:30:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berfa ku li Wanê zêde barîya, bû sedema girtina rêyan, ji ber barîna berfê li Miksê 16, Elbakê 15, Çaldêranê 16, Çatakê 44, Erdîşê 4 û Miksê 23 rêyên gundan hatin girtin.

Hat destnîşankirin ku ekîbên rêvekirinê ji bona wan rêyên ku hatine girtin bên vekirin  dest bi xebatan kirin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Meteorolojîyê ve hat belavkirin, tê texmînkirin ku ew ê li herêmê cemed û qeşa çêbibe ji ber vê yekê bila mirov bi dîqqet bin. (ÎLKHA)



Etiketler: