Têketina Tir û Qemyonan yê li Stenbolê hat qedexekirin

Alî Yerlîkayayê Walîyê Stenbolê, di hîsaba xwe ya medyaya civakî de daxuyanîyek belav kir û got ku ew ê ji têketina tir û qemyonan re ji tarîxa 10 ê Adarê di seat 04:00an şunda destûr neyê dayîn.

Ekleme: 10.03.2022 10:55:33 / Güncelleme: 10.03.2022 10:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daneyên Meteorolojîyê ew ê li Stenbolê berfa ku îro dest pê bike dibe ku 5 roj berdewam bike.

Alî Yerlîkayayê Walîyê Stenbolê, di hîsaba medyaya xwe yê civakî de weha got, “Li gorî daneyên dawîn ê ku ji teref Meteorolojîyê ve hatine girtin, ji ber berfa ku ew ê zêde bibare heta bangekî duyemîn; tir û qemyonên ku ji alîyê Trakya û Anadolîyê bikevin Stenbolê, ji têketina wan re ji tarîxa 10 ê Adarê di seat 04:00an şunda îzîn neyê dayîn.” (ÎLKHA)