Li Agirîyê dibistan tetîl bûn

Bi qirara ku ji teref walîtîyê ve hat dayîn îro ji perwerdehîya bi hatin û çûyîn yên ku girêdayê navçeyên Hamûr, Dîyadîn, Taşliçay û Eleşkîrtê ne re ji ber barîna berfa zêde navber hat dayîn.

Ekleme: 10.03.2022 10:50:30 / Güncelleme: 10.03.2022 10:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Walîtîya Agirîyê ve derheqê tetîlkirina dibistanan de daxuyanîyek hat belavkirin.

Hat destnîşankirin ku di dibistanên gundên ku girêdayê navçeyên Hamûr, Dîyadîn, Taşliçay û Eleşkîrtê ne de ew ê perwerdehîya bi hatin û çûyîn neyê kirin.

Di daxuyanîya walîtîyê de weha hat gotin, “Ji perwerdehîyê re ji bona di tarîxa 10 Adarê sala 2022yan de navber hatîye dayîn. Personelên astengdar û avis jî ew ê destûrdayîna îdarî bên hesibandin.” (ÎLKHA)