Li Samsunê li dijî DAÎŞê operasyon hat lidarxistin: 8 kes hatin binçavkirin

Li navçeyên Îlkadim, Atakum, Canîk û Çarşambaya Samsûnê li dijî DAÎŞê operasyon hat kirin, di encama operasyonê de 8 kesên ku ji welatîyên welatên din in hatin binçavkirin.

Ekleme: 09.03.2022 13:15:31 / Güncelleme: 09.03.2022 13:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Polêsê Samsûnê, di encama xebatên çarçoveya li dijî DAÎŞê de li navçeyên Îlkadim, Atakum, Canîk û Çarşambayê operasyonên hevedemî li dar xist.

Di encama operasyonan de 8 şikdarên ku hatibûn tespîtkirin ku ew li Iraq û Sûrîyeyê di nav fealîyetên DAÎŞê de bûbûn jî hatin binçavkirin.

Hat destnîşankirin ku di encama operasyonan de amûrên dîjîtalî jî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)