Li Colmêrgê operasyona tîryak hat lidarxistin: 132 kîlo eroîn hat bidestxistin

Li navçeya Gevera Colêmêrgê li malekî operasyon hat kirin, di encama operasyonê de 132 kîlo eroîn hat bidestxistin û 3 kes jî hatin binçavkirin.

Ekleme: 09.03.2022 10:30:32 / Güncelleme: 09.03.2022 10:30:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Midirtîya Ewlehîya Bajar a Colêmêrgê ve hat daxuyandin ku, ew di çarçoveya astengkirina sûcên “çêkirin û firotina meddeyên tîryak an jî hişyarker” de li navçeya Geverê li malekî operasyonek kirin û di encama operasyonê de 132 kîlo û 300 grem eroîn hat bidestxistin.

Hat destnîşankirin ku di encama operasyonê de 3 kes jî hatin binçavkirin. (ÎLKHA)